Koşka Sipî: Rapora Kovid-19 ê ya WHO yê ne zelale

.

Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Psaki bo rapora Kovid-19 ê ya ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) de hatiye amadekirin got ku rapor ji doneyên elzem, agahî û zelaliyê bêpare. Psaki civîna çapemeniyê li Koşka Sipî kir û şiroveyan kir û pirsan bersivand. Psaki got:

“Serok Biden dibêje ku xelkê Amerîkayê, civaka kureyî, xebatkarên tenduristiyê û kesên ku bi sedema vîrusê qurbaniyan dane heq dikin ku agahiyên zelal û baştir bidestbixin.”

Psaki ragihand ku Amerîka û 13 welatan li ser raporê beyanekî hevpar dane û weha got:

“Em hê jî lêkolînan li ser raporê dikin lê ez ê behsa çend tiştan bikim ku em ji wan endîşe dikin. Di vê raporê de agahiyên herî lazim tinene û rapor tabloyekî kêm datîne ber me. Dewletên Ewrûpayê jî li ser raporê endîşeyên wan hene. Di vê pêvajoyê de divê proseyeka dinê hebe. Divê pisporên serbixwe û navdewletî li ser koka vîrusê lêkolînan bikin. Divê karibin xwe bigihînin doneyan û ji mirovên sehayê pirsên maqûl bikin.

Rapor li ser vîrus ji ku hatiye têra me agahî nade me. Çîn ne zelal bû. Doneyan bi me re parvenekir û em nikarin jê re bêjin ev hevkariye. Di pêvajoya lêkolînê de rola WHO yê ku rêxistineka NH ye gigîng e.”

Li ser raporê hukumetên Amerîka, Avûstralya, Îngîltere, Kanada, Çekya, Danîmarka, Estonya, Îsraîl, Japonya, Letonya, Litvanya, Norweç, Kora Başûr û Slovenya bersiva rapora dawî ya WHO yê dabûn û raporê têr nedîbûn.
 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin