Koşka Sipî: Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike

.

 Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser sazên xwe ye û piraniya cezayên li ser Sûriyeyê radike, lê tekez kir ku cezayên li ser serokê berê Beşar Esed û hin kesayet û komên din dê berdewam bikin.

Berdevka Çapemeniyê ya Koşka Spî Karoline Leavitt îro 30ê Hezîranê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serok Donald Trump dê fermanekê ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê îmze bike. Leavitt ev pêngav wek hewldanek ji bo piştgirîkirina Sûriyeyê bi nav kir, da ku aramî û aştî li wî welatî pêk were.

Berdevka Koşka Spî herwiha tekez kir, cezayên li ser serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed û kesên ku destê wan di komkujiyan û bazirganiya madeyên hişbir de hebûye, dê berdewam bikin. Heman tişt ji bo kompaniyên girêdayî rejîma berê û komên ser bi Îran û DAIŞê ve jî derbasdar e û ew ceza dê li ser wan bimînin.

Karoline Leavitt amaje bi wê yekê jî kir, ev biryar cîbicîkirina wê soza ku Donald Trump li Erebistana Siûdî dabû ye û got: “Serokê Amerîkayê pabendî Sûriyeyeke aram û aştiyane ye, hem ji bo Sûriyeyê bi xwe û hem jî ji bo cîranên wê.”

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt