Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn li Duhokê birêve diçe

.

Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê hatiye organîzekirin, îro birêve diçe.

Korbend, 2 rojan berdewam dibe û hejmareke kesayetî û berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistan û Iraqê têde beşdar in ji wan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li gel hejmarek ji wezîrên Kurdistan û Iraqê.

Li gor bernameya karê korbendê, demjimêr 09:00 Mesrûr Barzanî û Serokê Borda Emîndarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bixêrhatina mêvanan dike û paşê dê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Bizava Hikme Emmar Hekîm gotarên xwe pêşkêş bikin.

Korbend dê heta roja Çarşemê 17ê Mijdara 2021an berdewam be.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle