Konsulxaneyên çar welatan nameyek arasteyî Nêçîrvan Barzanî kirin

.

Konsulên giştî yên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Cîgirê Konsulê Giştî yê Holanda yên li Herêma Kurdistanê, derbarê çaksaziyên Pêşmerge de nameyek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.

Konsulên wan welatan di nameyê de ku arasteyî Nêçîrvan Barzanî kirine, pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê kirin li ser cîbicîkirina yasaya xanenişîniyê ya ji bo Hêzên Pêşmerge ku niha 2000 Pêşmerge li gor wê yasayê hatine xanenişînkirin. Herwiha di nameyê de piştgirî tê dayîn ku 830 efserên Pêşmerge ên din bên xanenişînkirin.

Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda, ew çar welat in ku di proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge de cih digirin.

Her di wê nameyê de behsa hinek pirsgirêkên paşxistî yên proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge jî hatiye kirin û konsulên wan welatan dibêjin, “Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e, pêngavên hevşêwe avêtin li ser birgeyên paşxistî yên çaksaziyê ku Wezareta Pêşmerge bilind kirine ji bo Encûmena Wezîran bo pesendkirina wan, bo nimûne, stratejiya berevaniya serbazî û yekeya jimêryar a yekgirtî.”

Her sê konsul û cîgirê konsul, di nameyê de behsa daxwazên hêzên yekeya 70 jî dikin ji bo yekxistina Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya 2 di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de û tê gotin, “Em çaverêyî pesendkirina daxwazên Hêzên 70 ne, ji bo yekxistina Fermandariya Hêzên Piştevaniya 2 di nav Wezareta Pêşmerge de.”

Di dawiya nameyê de ku îmzeya konsulên her çar welatan li ser e û yek arasteyî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê jî kiriye, pabendbûna wan welatan ji bo piştgirîkirina proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê hatiye dûpatkirin.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî: ‘Çarşema Sor’ li Iraqê dê bibe tatîla fermî
Fuad Hisên: Me gelek bizav kirine ku komkujiya Êzidiyan li ser asta navneteweyî wekî jenosîd bê naskirin
DIHOK - 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn
Daraza Îranê 6 mehkûman îdam kir ku 3 ji wan Kurd in
Hamasê peyama "domandina şer" da