Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa li Parîsê de peyam da

.

 Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê bi boneya êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê peyameke serxsaxiyê belav kir û ragihand ku ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurd û xelkê Fransa nîşan didin.

Karvedanên li hember êrîşa duh ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku sê kesên Kurd canê xwe ji dest dabûn bedewam in.

Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê jî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê şermezar kir û hevxemiya xwe bo qurbaniyên wê êrîşê nîşan da. 

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê dibêje Ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurdî û xelkê Fransa nîşan didin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê dike. Di vê roja trajîk de em bi raman, dua û hevgirtina xwe bi civaka Kurd û gelê Fransa re ne.”

Duh li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî temen 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ew welatiyên Kurd ku canê xwe ji dest dane ev in: Hunermend Mîr Perwer xelkê navçeya Gimgima Mûşê, Emîne Kara xelka navçeya Qilebana Şirnexê û Ebdullrehman Kizil.

Kesê Êrîşkar ku ji aliyê polîs ve hatiye girtin û heta niha sedema li pişt êrîşê nehaitye zanîn. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle