Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê peyamekê bi kurdî belav dike

.

Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê bi boneya destbikarbûna xwe, peyameke vîdyoyî bi herdu zimanên Kurdî û Îngilîzî belav kir û ragihand, “Hilbijartin ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û demokrasiya wê, pêngaveke diyarker e.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner got: “Ez gelek kêfxweş im ku li Herêma Kurdistanê bijîm û kar bikim. Di heyama karê de, min li çend cihan li Rojhilata Navîn karê dîplomatî bo xizmeta siyaseta derve kiriye, lê ev yekem erkê min li Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Bittner pabendbûna xwe bi pêşxistina peywendiyên di navbera Washington û Hewlêrê û her du gelên Amerîka û Herêma Kurdistanê de nîşan da û tekez li ser wê yekê kir, Amerîka pabend e bi piştevaniya saziyên demokratîk li Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo naskirina gelê Herêma Kurdistanê, serdana şûnwarên dîrokî û naskirina cografyaya herêmê nîşan da.

Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner got jî: “Em hêvîdar in di 20ê Cotmehê de hilbijartinên dadperwer, azad û pak bên kirin, ku ev yek ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê, gaveke diyarker e.”

Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski jî roja 16ê Tebaxê bi peyamekê li ser tora civakê “X” bixêrhatina Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê kir û got, Amerîka gavên mezin ji bo xurtkirina peywendiyên ewlehiyê, ligel berfirehkirina peywendiyan di sektora perwerdeyê de, bi Herêma Kurdistanê re davêje, di heman demê de çavdêriya hilbijartinên azad û pak di 20ê Cotmehê de dike.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin