Konsulê Giştî yê Fransayê: Spas bo dostên me yên Kurd

.

Olivier Decottignies diyar kir: “Spas bo dostên me yên Kurd, ku bi amadebûna xwe di pîrozkirina cejna netewî de, em şerefmend kirin.”

Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies diyar kir: “Spas bo dostên me yên Kurd, ku bi amadebûna xwe di pîrozkirina cejna netewî de li Hewlêrê, em şerefmend kirin.”

Olivier Decottignies li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir: “Spas bo dostên me yên Kurd, bo hevbeşên navdewletî û fransiyên nişteciyên Herêma Kurdistanê, ku em şerefmend kirin bi amadebûna xwe ya di cejna netewî de li Hewlêrê.”

Li aliyê din, Serok Mesûd Barzanî roja 14ê Tîrmehê li ser Twitterê diyar kiribû: “Em kêfxweş in ku em beşdarî ahenga roja Bastille (roja netewî ya Fransayê) bûn, ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ta Fransayê ya li Hewlêrê hat lidarxistin. Ez hêviya rojeke xweş û serfiraziya niştimanî ji bo hevalên me, gelê Fransayê dixwazim.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin