Konsulê Giştî yê Amerîkayê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê li Kela Hewlêrê di derheqa birêveçûna piroseya dengdana taybet de di peyameke vîdyoyî de destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.


Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner îro (În, 18.10.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir ku tê de dibêje, “Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ji bo rêkxistina roja dengdana taybet li roja 18ê vê mehê ji bo endamên hêzên ewlehiyê û endamên hêza Pêşmerge û artêşê, ku tê çaverêkirin li roja 20ê vê mehê ji bo parastina navendên dengdanê di erkî de bin.”


Her di wê peyamê de Steve Bittner destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo rêkxistina cihên hejî û guncayî ku endamên hêzên ewlehiyê di dengdana taybet de tevlî wê bibin. Herwesa got, “Tevlîbûna di vê hilbijartinê de pêdivî ye, ji bo pêşxistina piroseyeke demokratî ya dadperwerane.”


Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê got, “Hilbijartin hingê berhemdar dibe, ku hemî ew kesên mafê dengdanê heye tevlî wê piroseyê dibin.”


Piroseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (Pêncşem, 17.10.2024) bi tevlîbûna 215 hezar endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên Kurd ên nav hêzên artêşa Îraqê bi rê ve çû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle