Konsulê Fransayê: Devera Barzanê dilê şoreşa gelê Kurd e

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê serdana Mezarê Nemiran dike û di konfiranseke rojnamevanî de dibêje, “Devera Barzanê landik û dilê şoreşa gelê Kurd e”.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem îro (Çarşem, 08.05.2024) serdana Mezarê Nemiran kir û ji aliyê Mela Mistefayê Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Ez gelek dilxweş û serferaz im ku îro derfet ji min re çê bû ji bo cara yekê serdana devera Barzanê û Mezarê Nemiran bikim”.

Konsulê Giştî yê Fransayê herwesa got, “Wekî nûnerê hikûmeta Fransayê li Herêma Kurdistanê, ev serdan ji bo me gelek giring e û xasma ku Fransa dosta dêrîn a gelê Kurd e”.

Yan Brem di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Bi nerîna me wekî Fransa, devera Barzanê landik û dilê şoreşa gelê Kurd e. Devera Barzanê di eynî demê de cihê dîrokeke dramatîk û trajîdî ye jî”.

Navbirî di wê konfiransa rojnamevanî de piştevaniya gel û Hikûmeta Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û herwesa tekez kir ku ew ji bo berdewamkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de kar dikin.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye