Konsulê Çînê: Em dixwazin astê bazirganiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind bikin

.

Konsulê Çînê niyeta welatê xwe ji bo bilindkirina astê bazirganiya xwe bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, eşkere jî kir ku niha 60 kompaniyên Çînê li Herêma Kurdistanê kar dikin û dixwazin wê hejmarê bilind bikin.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Muslim îro (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) bi Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, di wê civînê de Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê bi Konsulê Giştî yê Çînê re danûstandin li ser pêşxistin û bilindkirina astê bazirganiya navbera Çînê û Herêma Kurdistanê kirin.

Li dû wê ragehandinê, Konsulê Çînê amaje daye ku ji wan re giring e astê peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re bilind bikin û piştevaniya kompaniyên Çînî bikin ku ji bo karkirinê bên Kurdistanê.

Niha 60 kompaniyên Çînê li Herêma Kurdistanê kar dikin, navbirî got, “Em dixwazin wê hejmarê zêde bikin, bi kalitî û nirxên baş”.

Konsulê Çînê eşkere jî kir, welatê wî peywendiyên bazirganî û çandî jî bi Herêma Kurdistanê re hene.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle