Konsulê Almanya û Şandeyê NY serdana ENKSê kirin

.

Konsulê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner seredana Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û ligel Nûnerên ENKSê yê li Herêma Kurdistanê civiya. Her îro Berpirsê Rewşa Siyasî ya girêdayî Şanda Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya bi Iraqê re (UNAMI) Konak Koo Joy li Hewlêrê  serdana nûnertiya ENKSê kir.

Li gor agahiyên berdest di civîna Konsulê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner û berpirsên Nûnertiya ENKSê ya Hewlêrê Dr. Kawa Ezîzî de rewşa Rojavayê Kurdistanê, danûstadinên komîteya nivîsandina destûrê Sûriyê, danûstandinên Kurdî Kurdî û rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li Kurdistanê hat behskirin.

Serokê Nûneratiya ENKSê li Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî ji Rûdawê re got, Konsulê Almanya ji wan re gotiye, welatî wî piştevaniya ENKSê dike.

Herwiha Dr. Kawa Ezîzî got, aliyê Almanî soz daye ku alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê bike.

Şandeyê NY serdana nûnertiya ENKSê kir

Şandeyê NY serdana nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kir

Her Îro Berpirsê Rewşa Siyasî ya girêdayî Şanda Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya bi Iraqê re (UNAMI) Konak Koo Joy li Hewlêrê  serdana nûnertiya ENKSê kir.

Şanderê NY ji aliyê endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Kurdan bi taybet di asta navdewletî û herêmî gotûbêj kirin.

Endamên nûnertiya ENKSê di hevdîtinê de behsa rewş û êşa penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê kirin û xwestin alîkariya Neteweyên Yekbûyê weke tê xwestin alîkariya penaberan bike.

Di heman demê de endamên Nûnertiya ENKSê daxwaznameyek derbarê pirsgirêkên penaberên Sûriyê radestî Şanderê Neteweyê Yekbûyî kirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan