Kongreya Revenda Kurdistani a duyem hate li dar xistin

.

Şermên Bozarslan 

Kongreya Revenda Kurdistani a duyem bi diruṣmaya YEKGIRTIN SERKEFTIN E, bi  atmosferekî gelek erenî û bi rihê netewî û  bi her awayî Kurdîstanî derbas bû.

 Ev atmosfera kongrê û helwesta kongrê bo piṣtgiriya ziman, nasname, maf û azadiya gelê kurd,  bi taybetî li ser  piṣtgiriya rojavaya welat, hêvîyekî mezin da min.

Cara ewil min di kongreyekî de ewqas hestiyar bûm.  Ez bawerim gelek ji nûner û mevanan  heman tiṣt hîs kirin. Ev hissîyata kollektîf hêviyên min xurttir kir.

Cara ewil  min ewqas jinên niṣtecîyên Diasporayê  bihevre dît. Di vê kongreyê de jin ji gelek welatên Ewrûpayê bi xûrtî di xebat û birêvebiriya kongreyê de çalak bûn,  xwedî rol û mîsyon bûn. Hêza jinan bi  her awayî di kongreyê de diyar bû. Jinên ku hatibûn û beṣdarên kongrê bi giṣtî zana,  akademîsyen û li civatên xwe xwedî rol û karên girîng bûn.

Hejmara  gencan jî, li gor gelek caran zêdetir xûya dibû.

Ez Kongreya Revenda Kurdîstanî a duyêm ji aliyê  beṣdariya jinan û civanan de, ji aliyê ruhê netewî û Kurdîstanî, ji aliyê nîṣandana hêza yekgirtî, ji aliyê prosessa  hilbijartin û birêvebiriya kongrê, ji aliyê plana rojên pêṣ û amadekirina destûrekî li gor pêwistîyên nû serkeftî û pîroz dibînim.

Yekgirtin serkeftin e!

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide