Kongreya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê hat bipaşxistin

.

Kongreya Neteweyî ya aliyên siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dihat çaverêkirin roja Înê bihata lidarxistin hat bipaşxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina kongrayeke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Biryar hatibû dayîn ku Kongreya Neteweyî ya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Nîsanê bihata lidarxistin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ragihand ku amadekariyê ji bo kongreya netewî berdewam in û di dema herî nêz de dê ew kongre bê lidarxistin.

Çavkaniyekî ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdî eşkere kir ku dema kongreyê hatiye bipaşxistin.

Hate zanîn ku biryara bipaşxistinê di civîna komîteyê de hat dayîn.

Çavkaniyê sedema bipaşxistinê bi hin pirsgirêkên teknîkî yên girêdayî hinek beşdaran ve girê da û tekez kir ku hewldan ji bo lidarxistina konreyê di demekê herî nêzîk de berdewam dikin ji bo ku beşdariyeke berfireh û çalak were garantîkirin.

Li aliyê din, Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ragihand ku amadekariyê bo konferansa netewî berdewam in û di demeke herî nêz de wê ew kongre bê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle