Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde li Washingtonê di civîna Kongreya Amerîkayê de amade bû.
Piştî ku hemû şahidan gotinên xwe pêşkêş kirin, derî ji bo pirsan hat vekirin.
Piştî civînê, nûçegihanê me bi Serokê Komîteya Karên Derve Brian Mast (Komarî) û endamê payebilind ê komîteyê Gregory Meeks (Demokrat) re axivî.
Diyar Kurde ji wan pirsî: “Vê civînê çi di nêrîna we de guherî? Kurd dilgiran in ku Amerîka pişta xwe bide wan.”
"Mezlûm Ebdî hevpeymanekî pêbawer e"
Serokê Komîteya Karên Derve ya Kongreya Amerîkayê Brian Mast ji Diyar Kurde re ragihand ku ew dê dan û standinên xwe yên bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re bidomînin û got:
“Ez dê pêbendî domandina dan û standinên xwe yên bi General Mezlûm re bim.
Ew di van peymanan de û di her rûdanekê de yek ji wan dengên bilind e ku ez guh didimê.
Ew hevpeymanekî pêbawer e û ez dê di her mijarê de axaftinê bi wî re bidomînim.”
Mast bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got ku gumanên zêde li ser aramiya wî welatî hene û da zanîn ku Ehmed Şer berpirsyar e ku nexşerêyeke cuda amade bike û pêkhateyan tevlî hikûmetê bike.
"Divê tundiya li hemberî Kurdan raweste"
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê Gregory Meeks jî diyar kir ku divê tundiya li hemberî Durzî, Kurd û pêkhateyên din raweste û anî ziman:
“Ji bo yekkirina welêt û parastina pêkhateyan divê gelek kar werin kirin.
Em geşbîn in lê em rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Wekî ku min destpêkê jî got, eger bi awayekî rast miamele were kirin û Amerîka û welatên din beşdar bin, em derfetekê ji bo Sûriyeyeke aştiyane dibînin.
Xwezî Ajansa Bipêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) û aliyên din heban ku di van rewşan de alîkariyê bikin.”
Gumanên li ser hikûmeta Sûriyeyê
Nûçegihanê Rûdawê hewl da bi piraniya endamên wê komîteyê re biaxive.
Ti kesî ji wan piştgiriya tam ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê diyar nekir, berovajî vê yekê, hemû ji ber tevgerên hikûmeta Sûriyeyê dilgiran bûn.
Nêrîna wan ew bû ku eger Amerîka piştgiriya Sûriyeyê bike, divê piştrast be ku Kurd û pêkhateyên din parastî ne.
Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Nadine Maenza ku yek ji şahidan bû, ji bo pirsa "Hûn niha çi ji Kongreyê çaverê dikin?" wiha bersiv da:
“Tiştê herî girîng ew e ku çavdêriya peymana 30ê Kanûna Paşîn û rûdanên li bakurrojhilatê Sûriyeyê bikin.
Gelo hikûmeta Sûriyeyê dê hêzên xwe vekişîne?
Gelo ew dê pêbendî sozên xwe be ku hêzên ewlehiyê neçin nav gundên Kurd, Asûrî û Êzidiyan?”
Ji bo Ehmed Şer "çeka spî" nîne
Piştî vê civînê, Komîteya Karên Derve ya Amerîkayê dê rûdanên li Sûriyeyê bi hûrgilî bişopîne.
Serokê komîteyê tekez kir ku wan “çeka spî” ji bo Serokê demkî yê Sûriyeyê û hikûmeta wî îmze nekiriye.
Eger Ehmed Şer li gorî daxwazan tevnegere, Amerîka dê siyaseta xwe biguherîne û cezayan ducare bisepîne.