Kongreya Amerîka Trump bi hewldana darbeyê tawanbar dike

.

 Doza serdegirtina avahiya Kongreya Amerîkayê ji aliyê alîgirên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve, dest pê kir.

Serdozgeriya Amerîkayê Trump 6ê Çileya 2021ê bi handana êrîşa ser kongreyê bi hewldana darbeyê tawanbar dike û daxuyaniyên Trump yên derbarê diziya hilbijartina seroktiyê de jî wekî sedem nîşan dide.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di bûyerê serdegirtina kongreya Amerîkayê de, 4 kes miribûn, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn û 4 polîsan jî piştî wê bûyerê întihar kiribûn.

Piştî lêkolîna salekê ya komîteya kongreyê ku ji Demokratan pêk tê doza serdegirtina kongreyê dest pê kiriye û tê çaverêkirin 5 rûniştin bo dozê di vê mehê de bêne kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin