Kongreya Amed Sporê ji ber vîrusê hat bipaşxistin

Amed Sporê gere 12'yê mehê kongre li dar bixistina lê ji bo 19'ê mehê hat bipaşvexistin lê vê carê ji ber vîrusê hat betal kirin.

Navenda Nûçeyan - Li ser vê yekê Klûba Amed Sporê daxuyanîyek weşand û got ku wan ji ber biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkîyeyê ku ji ber vîrusa koronayê biryara qedexekirina civandinê dabû nikarîne bicivin loma kongre bi paş ve xistine. Daxuyanî radigihîne ku dê roja 2'yê gelawêjê kongreyê li dar bixin, ger piranî çênebe bi heman rojevê roja 9'ê gelawêjê saet 14'an de li Salona Kongre ya Şeyhmus Ozer kongreyê çêbikin.

 

SPOR Haberleri

Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê
Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand