Kongressmanekî Amerîkî: Divê sîstema li dijî mûşekan li Herêma Kurdistanê were bicihkirin

.

Kongressmanekî Amerîkî dibêje, divê di zûtirîn dem de sîstemeke berevaniyê ya bihêz pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dike.

Endamê Kongressa Amerîkayê Chris Smith ji K24ê re ragihand, divê Amerîka sizayên aborî yên tund li ser Îranê bisepîne, ji ber ku Tehran her pereyên ku werdigire di warî leşkerî û biçekkirina grûpan de bikar tîne.”

Chris Smith got: “Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re gelek baş in û pêwîst e em wan peywendiyan bihêztir bikin.”

Herwiha got: “Divê em di zûtirîn dem de sîstemeke berevaniyê ya bihêz radestî Herêma Kurdistanê bikin.” Herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.

Chris Smith di wê baweriyê de ye ku pêwîst e hêza Kurdan a parastina xwe bi pêş bikeve û got ku divê di zûtirîn dem de sîstema dijî mûşekan li Herêma Kurdistanê were bicihkirin.

Endamê Kongressa Amerîkayê amaje bi wê jî kir, “Di êrîşa li ser hêzên Amerîkayên li Urdinê de, 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û 40 leşkerên din jî birîndar bûn.”

Chris Smith got: “Divê em sizayên darayî yên giran li ser Îranê bisepînin û nehêlin ew petrolê bifroşe Çînê. Îran her çi pere bikeve destê wê, di nav warê leşkerî û biçekkirina grûpan de bikar tîne.”

K24

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin