Kongresa Amerîkayê: Nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin

.

Serokê berê yê Kongreya Amerîkayê Newt Gingrich diyar kir, divê rejîmên ku li welatiyên xwe zilmê dikin, neyê destek kirin.

Gingrich di Civîna Bilind a Azadiya Olî ya li Washingtonê de axivî û got, "Girîng e ku Kongre di dabînkirina azadiya olî de roleke aktîf bilîze û piştgiriyê nede rejîmên ku zilmê li welatiyan dikin."

Gingrich da zanîn: "Ez difikirim ku girîng e Kongre rolek aktîf bilîze di dabînkirina azadiya olî û piştgirîkirina kesên ku ji bo azadiya olî dixebitin."

Herwiha Gingrich eşkere kir: "Girîng e ku Kongre tekez bike, azadiya olî di bingeha hemî bernameyên din ên di bin pêşkeftinê de ye. Nabe ku em piştgiriyê bidin rejîmên zilmê li welatiyan dikin."

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle