Konferanseke zanistî ya navdewletî li ser Êzidiyan li Dihokê bi rê ve diçe

.

Bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, konferanseke zanistî ya navdewletî li ser Êzidiyan li Dihokê bi rê ve diçe, ku warên olî, çandî, dîrokî û cografî vedigire.

Bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi hevahengiya Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî û Zanîngeha Dihokê, konferanseke zanistî ya navdewletî li ser Êzidiyan, ji aliyê olî, çandî, dîrokî û cografî ve li rojên 29 û 30ê yên Nîsana îsal li hola konferansan a Zanîneha Dihokê bi rê ve diçe.

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî li Dihokê Seîd Cirdo jî ji aliyê xwe ve ji malpera K24ê re ragehand, “Hejmareke vekoleran ji zanîngehên Herêma Kurdistanê, Îraqê û welatên biyanî tevlî vê konferansê dibin û behsa ol, dîrok, cografya û erf û edetên Êzidiyan dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herdem giringî bi Êzidiyan daye û her meh alîkarî jê re dabîn kirine, herwesa sê hezar û 150 jinên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne her meh mûçeyan werdigirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa li roja Sêşema borî (15.04.2025) bi helkefta serê sala Êzidiyan di peyamekê de, tevî pîrozkirinê, piştevaniya xwe jî ji bo maf û daxwaziyên wan tekez kir.

Di wê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de amaje jî hatibû dan, “Em li ser bizav û tekoşîna xwe berdewam dibin heta ku rewşa Ûingalê asayî dibe, ji bo ku aware bikarin vegerin ser mal û halên xwe.”

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin