Konferansa Stockholmê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (ÎBV) dê di 25'ê Gulanê 2025an de li paytexta Swêdê konferanseke girîng li dar bixe.

Konferans dê saet 13:00an de li ABF-huset, Zätasalen (Sveavägen 41, Stockholm) dest pê bike û ji sê rûniştinên cuda pêk were.

Programa Konferansê:

Rûniştina Yekem

  • Mijar: Tehcîra Kurdan a Sala 1916an (1916 Kürt Tehciri)
  • Axêver: Celal Temel
  • Moderator: Murad Ciwan

Rûniştina Duyem

  • Mijar: Sokratesê Serdema Me - Îsmail Beşikci (Çağımızın Sokratesi İsmail Beşikci)
  • Axêver: Îbrahim Gürbüz
  • Moderator: M. Ali Kut

Rûniştina Sêyem

  • Mijar: Kürtler Neden Milliyetçi Olmalıdır? (Çima Divê Kurd Netewperwer bin)
  • Axêver: Ismail Beşikci
  • Moderator: Salim Çeliker

Birêvebirê Bernameyê dê Zinar Soran be.

Tê payîn ku ev konferans dê bala gelek akademîsyen, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd bikişîne û her sê mijarên bernameyê dê bi awayekî kûr û berfireh bên nîqaşkirin, nemaze ji ber ku Dr. Îsmaîl Beşîkcî bi xwe dê di rûniştina sêyem de wek axêver beşdar bibe.

Kurdistan Haberleri

Saziyên sivîl yên jinan alîkariyê bo jinên Rojavayê Kurdistanê dişînin
Trump: Operasyona bejahî ne di hişê min de ye
Îranê gef li Herêma Kurdistanê xwar: Em dê li hemû saziyan bidin
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Ji ber êrişeke terorîstî hilberîna petrolê ya HKNyê rawestiya
Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt