Konferansa "Rola Kurdên Li Derweyî Welêt Di Diyaloga Kurdî-Kurdî De’’

.

Roja 18.05.2025ê, li ser ZOOMê, bi organîzasyona  Federasyona Navneteweyî ya Komaleyên Kurd-Kurdên Qafqasyayê,  KONFERANSA ROLA KURDÊN LI DERWEYÎ WELÊT DI DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ DE hate li dar xistin.

Li ser navê PWKyê Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay (Cano Amedî) beşdarî vê konfernasê bû.

Cano Amedî ji bo konferansê axaftinek amade kir. Ji ber ku di konferansê de wext teng bû, beşeke vê axaftina li xwarê di konferansê de xwend

.….……………………………

Beşdarên Ezîz,

Hevalên û dostên hêja,

Ez li ser nave Partîya Welatparêzên Kurdistanê we silav dikim.

Ji bo vexwendinê ez spasîya xwe pêşkêşî komîteya amadekar dikim.

KONFERANSA "ROLA KURDÊN LI DERWEYÎ WELÊT DI DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ DE’’

Em dibînin ku îro dewletên desthilatdar bi paradigmaya şerê wekaletî, heremên stratejîk dîzayn kirin. Ev şer îro li Rojhilata Navîn bi şêweyek cuda didome: Afganistan, Iraq, Surî, Yemen, Lubnan, Xeza û Îran bi sere xwe mijarên niqaşê ne. Disa şerê Rûsya û Ûkrayna, yê Pakistan û Hîndîstanê, naqokî û pêşbirka desthilatdarîya qada aborî di nav Emerîka û Çînê de dide xuya kirin ku sermayeya global û dewletên desthilatdar, dinê ji nûve dizayn dikin. Di vê rewşê de cîh û rola kurdan çi ye?

Pêvajoya ku em tê de derbas dibin gelek girîng û hessas e! Helwestên netewî, temsîlkarîya netewî di sîyaseta dinê de girînge. Îro piştgirîya dewletên desthilatdar, rola dewletên mezin û piştigrîya raya giştî ya navneteweyî gelek zêdetir derdikeve pêş. Di pêvajoyeke weha hesas de, peywendîyên kurdan yên bi dewletên mezin û raya giştî ya navneteweyî gelekî girîng in. Di vê derbarê de wazîfe û  berpirsyarîyeke esasî li ser milên kurdên li  derveyî welêt in. Kurdên derveyî welat dikarin ji dîroka Cuhîyan sûd vebigirin û li gorî şertên îroyin rolên esasî bileyizin. Dîroka Îsraîlê bi têra xwe balkêş û xwedî ders e, divê em kurd li ser bisekinin û jê dersan verbigrin.

Îro li derveyî welêt, pêwîstî bi platformeke hevbeş ya dîasporayê heye. Divê li ser bernameyeke neteweyî, niştimanî ev hevkarî bê ava kirin. Li gorî hûqûqa navnetewî û berjewendîyên millet Kurd tevbigere, weke kordînasyoneke giştî temsilkarîya millet Kurd bike. Li Derveyî welêt mixabin kurd ne yekgirtî ne. Ravend, Diakurd, Hemahengî û hinek dezgehên din hene. Bi ya me li derveyî welat, dezgehên ku dikarin bibin yek dive bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin dîyalogê jî bikin, bila dijminatîya hev nekin. Di warê dîyalog, pêwendî, hevkarî, tifaqên neteweyî, demokratîk, niştimanî û xebatên hevbeş yên li her çar perçeyên Kurdistanê de girîngî û pêwîstîyek bi mekanîzmayeke koordînasyonê heye. Divê ev mekanîzma di navbera hemû perçeyên Kurdistanê de xwedî misyon be. Li gorî şerd û mercên têkoşînê divê alîyên kurdî li ser mijarên tifaq, hevkarî, xebatên hevbeş û yekrêzîya mala kurdî li her perçeyî ava bikin. (Bi ya me, di şerdên îroyin de Kongreya Neteweyî tuneye.) Lê di şûna wî de di bin şerpereştîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî de Mekanîzmayeke Koordînasyonê dikare bê  pêşniyar kirin û bibeşdarîya hemû alîyên kurdî sîwanek sîyasî bê rojevê.

PWK, biryara çek berdanê û fesihkirina PKKê di cih de dibîne. Lê ew paradigmaya ku Bahçeli, Erdoğan û Ocalan bihevre piştgirî didinê, mafên milletê Kurd yên kollektif tune dihesibîne em RED dikin. Ew nêrin û peymanên bêstatuyê ferz dike bi tu awayî milletê Kurd temsil nake. Doza millet Kurd doza statu û xwe îdare kirinê ye. Îro jî li bakûrê Kurdistanê sîyaseta red, înkar û îmhayê didome.

Dewleta Tirk dixwaze encamên Peymana Lozanê sed sal şûnda bi hinek alîyan bide pesandin. Milletê Kurd do jî qebûl nekir, îro jî nake û wê sibê jî qebûl neke. Em dibêjin rojekî zûtirîn divê hemû alîyên kurdî bi temsilkarî û sîwanek netewî yên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ALÎYÊ KURDÎ ava bikin û li ser daxwazên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.

Di derbarê Başûr de ez dixwazim çend gotinan bêjim. Divê hemû Kurd li destkeftîyên Başûr xwedî derkevin û piştevanîya Hikumeta Kurdistanê bikin. Weke fermi millet Kurd, ji alîyê statuya Başûrê Kurdistanê ve tê temsil kirin. Divê rêvebirîya Başûrê Kurdistan bi bernameyek giştî tevbigere û ji bo kurdên dervayî heremê sîyasetek netewî, hewldanên xwedîtî û temsilkarîyê li gel dewletên desthilatdarên dinê bike. Em hêvî dikin ku pirsgirêkên li başûr hene wê bi damezrandina hukumeta nû kêmtir bibin. Weke Rêzdar Serok Mesûd Barzanî gotîye,  divê demildest li ser esasê yek parlamento, yek artêş (pêşmerge) yek îdare  Hikûmeta Yekgirtî bê ava kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, girêdayê têkilîyên Emerîka û Îranê pêvajoyek nû wê destpê bike. Em bawerin partîyên me yên Rojhilatî li gorî wê girîngîyê wê tevbigerin. Em dizanin ku rêya serkeftin û pêşve çûnê di yekrêzîya mala kurdî re derbas dibe. Pêwîstî bi fedekarî û bi berpirsîyarîyek mejin heye divê hemû alîyên kurdî bi wê berpirsîyarîyê tevbigerin.

Di warê sîyaseta Rojavayê Kurdistanê de me ji destpêkê heta îro weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê piştgirîya pêvajoyên diyalog û mutabaqata Hewler, Dihok û konferansa Yekrêzî û Hevgirtina Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirîye û îro jî em bi vê hişmendîya netewî, li ser astên berjewendîyên millet Kurd tevdigerin û hewldanên ji bo yekrêzîyê bên meşandin piştgirî didinê û li gel wan hewldana ne.

Konferansa li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, bawerîyek da gelê Kurd û hêvîyên siberojê xurtkir. Ev pêvajoya nû ji bo destkeftîyên nû zemînek giring ava kir. Em di wê bawerîyê de ne ku bi hişmendîya netewî û bi ruhê yekîtîyê gava  em li ser armancên stratejîk  tevbigerin û sîyaseta xwe bihonînin, wê derîyê serkeftinê ji me re vebibe.

Di wê konferansê de jî derket hole ku gava alîyên sîyasî berjewendîyên netewî esas bigirin dikarin li seranserê erdnîgariya Kurdistanê  nimûneyên balkêş radestî millet Kurd bikin. Kilîda serkeftin û serfirazîyê di destê me da ye. Eger em bi hişmendîya netewî tevbigerin û berjewendîyên giştî esas bigrin emê bi hevre bi ser bikevin.

PWK di ware yekîtîya rêxistinî, yekrêzîya nav mala Kurdî, hevkarî, tifaq û xebatên hevbeş de xwedî hişmendîyek çêkir e. Em di heman deman de li Bakûrê Kurdistanê ewha dibêjin:Yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, divê hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin” Ev nêrîna me ji bo hemû beşên Kurdistanê derbas dibe.

Dîaspora bi hêz û qeweta xwe, bi deh milyon nifûsa xwe û bandora xwe perçeyê pêncemîn e. Erk û misyona dîaspora gelek girînge. Problem û berpirsîyarîya dîasporayê li ser du xalên esasi tevdigere. Xala yekem problemên civakî, çandî û yên jîyana rojane ye. Xala duyem jî problem û berpirsîyarîya netewî ye. Têkilîyên bi welat re, piştgirîya têkoşîn û hewldanên dîplomasîyê bare dîasporayê girantir dike.

Em weke partî, qîmetek mezin didin kar û xebatên dîasporayê, Bi taybetî em baş dizanin ku Kurdên Qefqasyayê (Sovyeta Berê), ji mêj ve xwedî ked û fedakarîyên mezinin û piştgirên têkoşîna netewî ne. Ji dema Mele Mustefa Barzanî û hevalên wî gava koçî yekîtîya Sovyetê kirine heta niha, kurdên Qafkasyayê fedakarîyan dikin, bi ked û xebatên xwe beşdarî nav refên şoreşê bûne. Di heman pêvajoyan de rolekî girîng leyistîne. Îro ev hewldanên we jî, encamên wê hişmendîyê ye.

Em “Rola Kurdên li Derweyî Welêt Di Diyaloga Kurdî-Kurdî De” bi şêweyek erênî dibînin û qîymetek mezin didinê. Li Bakûrê Kurdîstanê ev demek dirêje em ji bo sîwanek netewî, ji bo hevkarî û tifaqên netewî di nav hewldanan de ne. Me bi şirîkatîya partîyên kurdistanî li bajarê Amedê û Wane komxebatên cuda pêkanî. Armanca wan komxebatan ew bû ku em potansîyela yekrêzîyê derxin hole. Di wî warî de PWK xebatên xwe ji bo yekrêzîya nav mala kurdî de didomîne. Em hêvî dikin wê hemû alî bi fedakarî û bi berpirsîyarî nêzîkatî nîşan bidin.

Mixabin çanda diyalogê, di nav me kurdan de kêm e. Kêmbûn û sarbûna diyalogê, di navbera tevgerên siyasî de tesîreke negatîf çêdike û di nav civatê de  rê li ber derizandinên civakî vedike. Ev jî problemek esasîye. 

Em îro jî  di derbarê kar û xebatên dîasporayê de dibêjin: Li derveyî welêt, dezgehên ku dikarin bibin yek divê bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin dîyalogê jî bikin, bila dijminatîya hev nekin!

Bê guman, tevgerên siyasî yên ku  îro li Kurdistanê kar dikin li gorî armancên xwe yên stratejîk û taktîkî tevdigerin. Ev rastîyek e, nêzîkatî û polîtîkayên van hêzan yên li hember pêşeroja Kurdistanê jî ji hev cuda ne. Armancên netewî li ser me ferz dike ku li ser xalên bingehîn em bikaribin tifaq û hevkarîyan bikin. Ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê em mecbûrin yekrêzîya nav mala kurdî ava bikin.

Reqabeta di navbera hêzên siyasî de pirî caran digihîje asta dijminatiyê. Ev rewş, nakokîyan kûr dike. Em dibêjin di heman deman de divê tevgerên kurd bi rêya dîyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê em dizanin ku piranîya rêxistinên dethilatdar bi rêya çapemenîyê dijberîya hev dikin, problemên xwe kûrtir dikin. Ev jî bandorek xirab li ser diaspora û kurdên derveyî welat dike. Ev rewşa hanê jî bingeha diyalogê ji holê radike.

Ez dixwazin  cardin li ser nave hevalên xwe bibêjin, em taybetîyek girîng didin ked û xebatên we. Konferans, civînên şewrê, dîyalogên netewî çiqas zêde bibin wê bandora wan jî ewqas li ser civatê zêdetir bin.  Pêwîstî bi civînên şêwrê yên dîyalogê û bi konferansên weke ‘Rola Kurdên Li Derweyî Welêt Di Diyaloga Kurdî-Kurdî De’ heye.

Kesên ku keda wan di vê konferansê de heye cardin spasîyên xwe pêşkêşî we dikim.

18.05.2025 

Mehmet Can Azbay (Cano Amedî)

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Civîna KURMANCÎ ya 58an li paytextê Kurdistanê dest bi karê xwe kir!
Netanyahu amadehiya xwe ji bo bidawîkirina şerê Xezzeyê nîşan da, lê merc danîn
Mark Rubio: Divê Iraq rêzê li kompaniyên me û otonomiya Kurdan bigire
Amerîkayê piştgirî da peymanên bi Herêma Kurdistanê re
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Em li bendê ne ku Hikûmeta Sûriyeyê siyaseteke giştgîr bimeşîne