Komxebata salane ya ⁦‪Diakurd‬⁩ li rojên 27.-28.12.2022 li bajarê ⁦‪Würzburg‬⁩ Almanya birêveçû

.

Diakurd 27.-28.12.2022 li Würzburg Almanya Komxebata xwe ya salane “Jin, jiyan, azadî” pêk anî.

Civîna hevbeş ya endamên Komîteya Rêvebir û Encumena Şewirmendan du roja dom kir. Xebata salane û raporên Komîsyonan hat pêşkeş kirin.

Lêkolînek li ser kurdên diaspora hate pêşkeş kirin. Bi taybetî li ser Sedsaliya peymana Lozanê ya 2023 hin biryar ji bo çalakî hatin girtin.

Komxebat li ser terora li Parîsê li dijî kurda carek din nirxandinek çêkir û ji bo raya giştî bi şiyara “Em ê dostaniya Fransa û Kurdistanê biparêzin” beyanek belav kir.

Komxebat ji bo bihêztir kirina piştgiriya şoreşa Jîna li Rojhilatê Kurdistanê biryar girt.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?