Kompanyeke Danîmarkî ji ber sotemeniya Sûriyê hat cezakirin

.

Kompanyayeke Danîmarkî, şaxek û yek ji rêveberên wê bi tohmeta ku sotemeniya Sûriyê firotine Hêza Esmanî ya Rûsyayê hatin cezakirin û cezayê wan jî 5 milyon û 200 hezar dolarên Amerîkî ye.

Dadgeha bajarê Odense yê Danîmarkayê Bunker Holding û aliyên din bi tohmeta binpêkirina cezayên Yekîtiya Ewropayê yên li ser Sûriyê, ceza kirin. Yekîtiya Ewropayê li beramber wan tawan û kuştinên hikûmeta Beşar Esed ku li beramber xelkê xwe kirine, ceza li ser Şamê ferz kiribû.

Li gor belgenameyan, Bunker Holding di navbera 2015 û 2017an de di 33 helkeftên cuda de 172 hezar ton sotemenî bi bihayê 101 milyon dolar firotiye Rûsyayê. Kampanyaya navborî petrol veguhestiye Bendera Benyas ku ji aliyê Hêza Esmanî ya Rûsyayê vet ê bikaranîn.

Li gor Dadwerê Dadgeha bajarê Odense, Kompanya Bunkering Limited k user bi Bunker Holding e divê 30 milyon crone Danîmarkî bide, Bunker Holding 4 milyon cron bide ku hemû dike 5.2 milyon dolarên Amerîkî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle