Kompanyayên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê serdana Wan û Colemêrgê kirin

.

Şandeke kompanyayên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê, serdana parêzgehên Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê kirin.

Doh 2ê Îlonê, di nav de Nûnerê Rêveberiya Giştî ya Geştyariya Herêma Kurdistanê Ebdullah Îbrahîm, nûnerên 21 kompanyayên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê bi armanca pêşxistina peywendiyên geştyariyê serdana parêzgehên Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê kirin.

Şanda geştyaran bi armanca nasînê li Colemêrg û Wanê serdana cihên dîrokî û geştyarî kirin.

Serokê Komeleya Geştyariyê ya Herêma Gola Wanê Ebubekir Zirek got: “Armanca me ew e, em dixwazin geştyarên Bakurê Iraqê veguhezînin Colemêrg û Wanê. Deriyê me yê sînorî yê Serzêrê ji sala 2018an ve vekiriye. Herçiqas kêmasî hebin jî, niha ji bo çûn û hatina rêwiyan guncaw e. Em dixwazin van geştyaran binîn Colemêrg û Wanê û destpêkê kompanyayên geştyariyê tînin vê derê û digerînin û herêmê didin nasandin.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt