Kompaniya Deloitte: Herêma Kurdistanê par 152 milyon bermîl neft firot

.

Kompaniya Brîtanî ya Deloitte ragehand, Herêma Kurdistanê par zêdetirî 152 milyon bermîl neft firotiye.

Kompaniya Deloitte, ku amar û agahiyên derheqê neft û gaza welatên cîhanê de belav dike, raporta xwe li ser nefta Kurdistanê jî belav kir.

Li gorî wê raportê, Herêma Kurdistanê par zêdetirî 152 milyon bermîl neft firotiye. Bi navgînî her bermîlek 59.4 dolar hatiye firotin.

Di raportê de hatiye gotin, dahata nefta ku hatiye firotin 5 milyar dolar bûye ku zêdetirî 5 milyar dolar çûye xercê kompaniyên derxistina neftê. Ji 4 milyar dolarê ku maye jî, %44 bo hikûmeta Kurdistanê bûye.

Raporta Deloitte bi zimanên kurdî, erebî û înglîzî li ser malpera fermî ya hikûmetê hatiye belavkirin.

Lînka raportê:

https://gov.krd/information-and-services/open-data/deloitte-reports/deloitte-report-2021/

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin