Komkujiya Madimakê bi meşekê hat bibîranîn

.

 Di 30emîn Salvegera Komkujiya Sêwazê de, li Sêwazê; bi sloganên “Li beramber Şerîetê sekulerî, li dijî zilmê dadperwerî” meşek heta ber bi Otêla Madimakê hat kirin. Li pêş Navenda Zanist û Kulturê qerenfîl hatin danî û kesên hatibûn kuştin hatin bibîranîn.

Mehmet Gunduz ku di Komkujiya Sêwazê de kurê xwe Murat Gunduz ji dest dabû, got: “Em heta bimrin ji vê derê naçin. Heta Madimak nebe Mûzexaneya Şermê berxwedana me berdewam dibe. Divê em bibin yek. Her roj em ber bi tarîtiyê ve diçin. Dê ev tarîtî me daqurtîne. Ger em em nebin yek û ne ligel hev bin dê me daqurtîne.”

Di meşa bîranîna Komkujiya Sêwazê de sloganên “Sêwazê jibîr neke, nede jibîrkirin hatin bilindkirin.” Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn li pêş Navenda Zanist û Kulturê ya girêdayî Îdareya Taybet a Sêwazê qerebfîl danîn û kesên di komkujiyê de hatibûn kuştin bibîr anîn.

Li ser navê beşdaran Mehmet Gunduz axaftinek kir û got: “Dostno… Rêhevalên cefakar…Di 1993an de; hemû ciwan û mirovên demokrat, rêhevalên Pîr Sultan hatibûn vê derê semahê bikin. Bimirin ên ku ev 30 sal in vê êşê didin me. Em heta bimrin ji vê derê naçin. Heta Madimak, nebe `Mûzexaneya Şermê` berxwedana me berdewam dibe. Divê em hemû bi hev re vê berxwedanê berdewam bikin. Divê em bibin yek. Divê em xwe bi rêxistin bikin hevalno. Her roj em ber bi tarîtiyê ve diçin. Dê ev tarîtî me daqurtîne. Ger em nebin yek û ne ligel hev bin dê me daqurtîne.”

2ê Temûza 1993an li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne. 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn, du karmendên otelê  û du  jî êrîşkar bûn.

Rûniştina Doza Komkujiya Sêwazê 14ê Îlona îsal dê bê kirin û metirsî heye ji ber derbasbûna demê doz bê girtin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Wefata Îbrahîm Reîsî em gelekî xembar kirin
Pîrozkirina 33 salîya damezrandina Partîya Azadîya Kurdista (PAK)
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (288)
Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan
Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!