Komkujiya Cindirêsê li bajarên Kurdistanê û Ewropayê hat şermezar kirin

.

 Ji bo nîşandana hevsoziya xwe ligel kesûkarên qurbaniyên omkujiya Cindirêsê û şermezarkirina wê tawanê, hejmareke gelek ji rewşenbîr, siyasetmedar, endamên partî û rêxistinên siyasî û mafnas û rêxistinên civaka sivîl li Qamişlo, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî li wî bajarî derketin kombûneke protestokirinê û tê de daxwaza derketina grûpên çekdar ji Herêma Efrînê kir.

Li bajarê Hannover ê Almanyayê jî, revenda Kurdî bi heman mebest û daxwazan derketin kombûnekê û tê de dengê xwe eşker bilind kir ku divê grûpên çekdar ji Efrînê bêne derxistin.

Nivîskarê Kurd ji xelkê Efrînê Heyder Omer got “Îro em li pêşiya konsulxaneya Tirkiyê ya Hanoverê dengên xwe bilind dikin ji bo ku Erdogan ji Efrînê vekişe, ji bo ku Erdogan terorîstên xwe ji Efrînî bikişîne. Destê xwe daniye ser Efrînê û Efrînê naparêze. Bikişin ji Efrînê, xwediyên Efrînê dikarin Efrînê biparêzin.”

Her li ber avahaiya Dadgeha Navdewletî ya Lahayî, li Holendayê jî, Kurdên diyasporayê ketin kombûnekê û diruşm û pankartên protestokirina kumkujiya Cindirêsê hildan.

Xwepêşander Şêx Ehmed Şêx Hem dibêje “Em bi navê civata sivîl hatine vê derê ji bo piştgiriya şehîdên Cindirêsê. Ew şehîdên Kurd û Kurdistanê ne.”

Ji 20ê Adarê ve, hevdem ligel encamdana komkujiya Cindirêsê, ku tê de 4 Kurdên wî bajarokî bi guleyên çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê û diyasporayê, bi hemû qad û çînên xwe, di şermezarkirina wêkomkujiyê de berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin