Komîsyona Jinan a PWKyê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Pîroz Kir

.

Komîsyona Jinan a Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi civîn û çalakîyekê, li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîrozkir.

Li gel endamên PWKyê yên jin, gelek jinên kurd jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

Di destpêka civînê de, Endama Meclîsa Partîyê ya PWKyê Nezîhe Karahan di derbarê girîngîya rojê, têkoşîn û xebatên jinên kurd de axaft û got ‘’Divê em vê rojê wek roja têkoşîn, yekitî û piştgirîya jinan pênase bikin’’.

Piştî axaftina Nezîhe Karahan, parêzera kurd Gulfer Guçlu, Nivîskara kurd Vera Koyî û nûnera Platforma Ciwanên serbixwe Evîn Azad, di derbarê girîngî û maneya rojê de axaftin.

Di çalakîya Komîsyona Jinan a PWKyê de, jinên Kurdistanê di atmosfereke germ, dostane, berhemdar û Kurdistanî de 8ê Adarê Roja Jina a Cîhanî pîroz kirin

08.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle