Komîsyona Îraqê hemû karên hilbijartinên Kurdistanê rawestandin

.

 Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê biryar da ku hemû karên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin rawestandin.

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelawî li ser vê biryarê ji Tora Medyayî ya Îraqê re got:

“Piştî biryara doh a Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, komîsyonê biryar da ku hemû karên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin rawestandin.”

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê doh li ser dozeke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryareke nû dabû.

Cumane Xelawî diyar kir, heta ku ew biryara Dadgeha Bilind teqez nebe dê xebatên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berdewam nekin.

Çi bûbû?

Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk dihat ku 11 kursî ji pêkhateyan re hatibûn veqetandin.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 22yê Sibata îsal biryar dabû ku 11 kursiyên kotayê yên pêkhateyan bên rakirin û hejmara kursiyên Parlamentoya daxistibû 100 kursiyî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îtirazî vê biryarê kiribû.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser îtiraza Mesrûr Barzanî doh biryar da ku benda 2yem a madeya 2yem a sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên berbijêran were rawestandin.

Li gorî biryara dadgehê, heta doza ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatiye vekirin bi dawî nebe ev biryar dê neyê bicihanîn.

Li gorî xala 2yem a madeya 2yem a Dadgeha Federal, Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî pêk tê û 4 herêmên hilbijartinê hatine diyarkirin.

Li gorî vê dabeşkirinê 34 kursiyên Hewlêrê, 38 kursiyên Silêmaniyê, 25 kursiyên Dihokê û 3 kursiyên Helebceyê hene.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de