Komên cîhadî li Efrînê 4 welatiyên Kurd revandin

.

Li Efrînê ji aliyê komên cîhadî ve 4 welatiyên Kurd hatin revandin. Hat zanîn ku mal û milk û xaniyê welatiyekî Kurd jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên herêmî, duh li Efrînê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî welatiyên Kurd kirine. Hat zanîn ku 4 welatiyên Kurd ên herêmê hatine revandin û di derbarê kesên hatine revandin de heta niha agahiyek nehatiye bidestxistin.

Rewşeke din a ku di nav xelkê herêmê de bûye cihê xof û fikaran ew e ku li gorî agahiyan, fermandarekî komeke cîhadî, ferman daye ku mal û milkên welatiyekî Kurd werin desteserkirin û wî fermandarî jî xwe di nav mala wî welatiyê Kurd de bi cih kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle