Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê 13 welatiyên Kurd revandin

.

Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, li herêma Efrînê 13 welatiyên Kurd ji navçeyên Cindirês û Mabeta revandin.

Li gor zanyariyan, koma çekdar a navê “Polîsê Leşkerî” roja 8ê Tebaxa 2022an, 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê revandin.

Hat ragihandin ku kesên hatine revandin navên wan Zeîm Mihemed Oso, Mistefa Fîlik Naso, Macid Îbrahîm Mihemed û Yûsif Qadir in.

Herwiha hat eşkerekirin, koma Polîsê Leşkerî roja 10ê vê mehê bi ser gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta de girt û Mixtarê gund û 8 kesan ve revandin ku di nava de jin û kalemêr hene.

Kesên hatine revandin ev in: Mixtarê gundê Dargirê Cîhad Sebrî Dawûd (48 salî), Sebah Qilêç (jineke 65 salî) Mihemed Xelîqula (70 salî), Henan Egêlo (80 salî), Ehmed Betal (90 salî), Izet bekir Elî (70 salî), Mihemed Bekir (65 salî), Gulîn Bekir Elî (50 salî), Mistefa Sito (35 salî) û Sebrî Ehmed Mihemed (48 salî) ne.

Herî dawî hat destnîşankirin, piştî ku çekdaran fidye (pere) ji kesên hatine revandin sitendin, ew berdan. Tenê çarenivîsa gundê Dargirê Sebrî Ehmed Mihemed ne diyar e.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle