Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê got, “Ji sedî 70yê baregehên me yên li Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Bane Gewreyê hatine valakirin.”
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer bû mêvanê bultena Rûdawê ya ku ji aliyê Arêz Xalid ve hat pêşkêşkirin.
Newîd Mêhrawer li ser veguhastina mal û baregehan a Kampa Sûrdaşê got:
“Gotinek hebû ku doh roja dawî be lê wekî xwe nehat bicihkirin û hîn dem heye.”
Li herêmên Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Bane Gewre yên nêzîkî Silêmaniyê, çend baregehên partiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê (Komele), Komeleya Şoreşgerên Kurdistana Îranê hene û nêzîkî 2 salan e daxwaza valakirina wan tê kirin.
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer anî ziman:
“Dem ji bo valakirina (yekcarî) baregehên me nehatiye diyarkirin lê belê ev mijar girêdayî amadebûna Kampa Sûrdaşê ye ku pêwîst e hemû pêdiviyên jiyanê tê de bên amadekirin e da ku em xelk û hevalên xwe yên di baregahan de mayî veguhêzin.”
Mal û baregehên komeleyên li wan herêmên Silêmaniyê dê veguhêzin Kampa Sûrdaşê ya li navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê.
“Tenê nêzîkî ji sedî 50ê kampê hatiye amadekirin”
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer got:
“Me nêzîkî ji sedî 70yê mal û baregehên xwe veguhastine Sûrdaşê lê heta niha tenê nêzîkî ji sedî 50ê kampê hatiye amadekirin.”
Veguhastina Komeleyan a Kampa Sûrdaşê di çarçoveya rêkeftina Bexda-Tehranê de ye ku Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar e.
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer her wiha da zanîn:
“Em naxwazin piştî çend salan a bihevrejiyana li Başûrê Kurdistanê, nexweşî an pirsgirêkek çêbibe, loma me gotiye ser çavan.
Madem di çarçoveya rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îran û Îraqê de ye û Herêma Kurdistanê jî bicihkar e, em dê rûbirûyî dostên xwe yên li Başûrê Kurdistanê nebin.”
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer anî ziman:
“Me tenê xwestiye ku hemû pêdiviyên (li Kampa Sûrdaşê) ku ji bo jiyana mirovî guncav in bên dabînkirin, em dê baregehên xwe veguhêzin.”
“Dibe ku bi dilê me nebe”
Newîd Mêhrawer li ser valakirina yekcarî ya Zirgiwêz, Zirgiwêzele û Bane Gewreyê got:
“Dema ku Kampa Sûrdaşê bi temamî hat amadekirin em jî dê baregehên xwe vala bikin.”
Mêhrawer li ser amadekariyên di kampê de jî got:
“Hîn li gorî pêwîstiyê, xanî li Kampa Sûrdaşê nehatine lêkirin.
Beşeke mezin a xelkê me di kabîneyan de ne, her wiha dibistan, baxçeyên zarokan û beşên keskahiyê tê de nehatine amadekirin lê li ser dixebitin.”
Endamê Komîteya Birêvebir a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Newîd Mêhrawer her wiha da zanîn:
“Dibe ku awayê veguhastina me bi dilê me nebe.
Ev veguhastina parçe bi parçe bandoreke xirab li ser Komeleyan û xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike.
Ji ber vê yekê ev tişt ne baş e ji bo me û eger kamp bi tevahî hatibûya amadekirin, me dê bi carekê re vala bikira û ti pirsgirêka me nedibû.”
Sekreterê wê demê yê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftina ewlehiyê îmze kir û yek ji xalên wê taybet bû bi dûrxistina hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de.