Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî HezKurdê komcivîna xwe ya yekemîn kir

.

HezKurdê Roja 23/01/2022 li Stenbolê li komeleya Pasûrîyab (Kulplular derneği) Kongra xwe ya asayî pêk anî.

Serokê berê yê HezKurdê Suphî ÖZGEN li ser giringîya zimanê kurdî û dersên bijartê yên kurdî axaftinek têr û tijî kir. Di berdewama axaftina xwe de banga malbatên Kurd û partîyên sîyasî kir ku piştgirî bidin kampanyayê. Ji beşdaran hin kesayetên wek Kasım Ergün (Cîgirê serokê Gîştî yê PAKê) Dengbêj Kazo, Nivîkar Zeynel Abîdîn Zinar jî axifîn.

Kasim Erfün di axaftina xwe de zêdetir li ser siyaseta dewleta dagirker ya înkar û asîmilasonê sekinî û piştirîya PAKê ji bo kampayaya zimanê kurdî yên dersên bijarte anî ziman. Di kongrê de Gulê Can Ronahî wek Seroka nû ya HezKurdê hat bijartin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin