Komela Dadgerî: Em ji Parlamentoya Kurdistanê û encûmena parêzgeha Silêmaniyê vedikişin

.

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr di daxuyaniyekê de ragihand, nûnerên partiya wan ji Parlamentoya Kurdistanê û encûmena parêzgehan û encûmena parêzgeha Silêmaniyê vedikişin.

Îro duşemê 1ê Gulanê, Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr di daxuyaniyekê de eşkere kir, di civîna giştî ya partiya xwe de biryar dane, nûnerên wan ji Parlamentoya Kurdistanê û encûmena parêzgehan û encûmena parêzgeha Silêmaniyê vekişin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, paşxistina hilbijartinan û bi neçarî dirêjkirina temenê saziyan, tirsa cidî li ser qewareya Herêma Kurdistanê dirust kiriye.

Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin ku temenê encûmena parêzgehan û encûmena parêzgeha Silêmaniyê dem ji ser çûye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle