Komeke ser bi Îranê: Me li Rimêlanê êrîşî hêzên Amerîkayê kir

.

Komeke çekdar a nêzîkî Îranê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa şeva pêncşema bihorî ya li ser Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê ragihand, têde belênderekî Amerîkî hatibû kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bibûn.

Grûpa bi navê Lîwaya Xalîbûn li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand, ku wan bi dronan êrîşî Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Lîwaya Xalîbûn dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşa bi dronê bo ser wê baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan belav kiriye û ragihandiye, ew êrîş wek bersivekê li hemberî kuştina fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bûye ku destpêka sala 20212an di êrîşeke Amerîkayê de li Balafirxaneya Bexdayê hatibû kuştin.

Grûpa Lîwaya Xalîbûn di daxuyaniya xwe de îdia kiriye, artêşa Amerîkayê “tawanan li Iraq û navçeyê pêk tîne”, û tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew dê bi çekên pêşketî êrîşî hêzên Amerîkî li Iraq û navçeyê bikin.

Roja Pêncşema bihorî bi dronan êrîşî baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Balafirxaneya Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin û li gor rayedarên Amerîkî, di êrîşê de kesekî Amerîkî yê xanenişîn hat kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin