Kombûna nerizayetiya mamosteyên dibistanê li piraniya bajarên Kurdiastan û Îranê bi rê ve çû

.

Li ser banghêjiya Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sendîkayî, îro roja Sêşemî 19ê Banemerê, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê mamosteyên dibistananan derheq daxwazkariyên xwe û berdana mamosteyên girtî di girtîgehên rejîmê de, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Li gor wêne û vîdyoyên belavbûyî ji kombûna nerizayetiya mamosteyan li bajarên Kurdistan û Îranê, îro roja Sêşemî li parêzgehên wek Kirmaşan, parêzgeha Merkezî, Ehwaz, Xûzistan, Tehran, Sine û çendîn parêzgehên din ên Îran û Kurdistanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li gor çavkaniyek agehdar li bajarê Sinê, mamosteyên mangirî yên vî bajarî rastî êrîş û lêdana hêzên rejîma Îranê hatine.

Dirûşmên wan mamosteyên dibistanê ev in: “Mamosteyên girtî divê bêne azadkirin, wekheviya mûçeya malnişînkirin, jehrîkirina dersxwanan tawan e li dijî mirovatiyê, guhnedan bi perwerde û hînkarî, guhnedan bi paşeroja ciwanan û welat e”.

Eva çendemîn car e ku mamosteyên dibistanê bi vî awayî kombûna nerizayetiyê dereq azadkirina mamosteyên girtî û kêmbûna mûçeyên xwe bi rê ve didin, lê rejîma Îranê ne tenê guhdarê daxwazkariyên wan nabe, belkî bi dehan mamosteyên dibistanan piştî kombûnê bo îdareyên ewlehî têne gazîkirin û li wir jî têne binçavkirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’