Komarîxwazan li Amerîkayê li hember mûşekbarana Spaha Pasdaran bertek nîşan dan

.

Du nûnerên Komarîxwaz yên Kongireya Amerîkayê, di nameyekê de ku bo Wezareta Derve û Berevaniyê ya Amerîkayê şandine, li derheq êrîşên mûşekî û dironî yên rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê daxwaz berteknîşandana tund ji dewleta Amerîkayê û "Biden" kirine .

Herwisa wan du nûnerên Komarîxwaz di nameya xwe de tekezî li ser vê yekê jî kirine ku ew êrîşên rejîma Îranê bi pîlan û bername ye, û rejîma Îranê bi wan kiryarên xwe dixwaze bala cîhanê li ser rewşa niha ya Îranê û serhildana sranserî li dijî rejîmê dûr bixe.

Di dawiyê de behsa vê yekê kirine ku di rewşekê de rejîma terorîstî ya Îranê berdewam gefan li berpirsên Amerîkayê dixwe, bi mûşekan êrîşî ser hevpeymanên me yên Kurd dike, û bi awayekî hovane gelê xwe tepeser dike; hikûmeta "Biden" li hember vê rejîmê lawaziyê nîşan dide. 

Wan du nûneran bal kişand e ser wê yekê ku stratejiya Biden li hember rejîma Îranê têk çûye, û dem hatiye ku dewlet yekser “nexşerêya” xwe biguhire.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle