Koma MA wê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê konseran bide

.

Koma MA 21ê mehê li Enqereyê, 23yê mehê li Stenbolê û 26ê mehê jî wê li Îzmîrê konseran bide.

Koma MA wê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê konseran bide.

Koma MA ya ku di bin banê MA Mûzîkê de kar û barên xwe li Amedê dewam dike, wê li van sê bajaran, derkeve ser dikê û stranên xwe bistirê.

Koma MA destpêkê wê li Enqereyê konserekê bide. Koma MA li Enqereyê 21ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî derkeve ser dikê.

Kom li Stenbolê 23yê Kanûna Paşiyê roja Duşemê li Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî ya Şaredariya Avcilarê, li Îzmîrê jî 26ê Kanûna Paşiyê roja Pêncşemê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetî ya Kemeraltiyê wê konseran pêk bîne. 

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye