Koma G7ê dê 50 milyar dolarên Rûsyayê bide Ukraynayê

.

Antony Blinken ragihand ku Koma G7ê dê 50 milyar dolarî ji dahatên samanên Rûsyayê bide Ukraynayê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku Koma G7ê xebata xwe ya li ser şandina pereyên ji samanên cemidandî yên Rûsyayê yên bidin Ukraynayê temam dike.

Antony Blinken diyar kir ku divê ew piştrast bin ku Ukraynayê fon û çavkaniyên pêwîst ji bo piştgirîkirina aborî û parastina xwe heye û got:

“Hefteyên pêş, samanên Rûsyayê yên li Amerîka û welatên Ewropayê ji Ukraynayê re bên veguhastin."

Welatên Yekîtiya Ewropayê û Koma G7ê piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, hema hema nîvê rezervên diravên biyanî yên Rûsyayê bi qasî 300 milyar Euroyî cemidandin.

Heta Hezîranê 2024an dahatên ji samanên Rûsyayê yên cemidandî 6,14 milyar Euro bû.

Tê çaverêkirin ku heta dawiya sala 2025an Ukrayna dê 50 milyar dolarî ji dahatên samanên Rûsyayê yên cemidandî wergire.

Kremlînê ragihand ku Rûsya teqez dê bersivê bide “diziya samanên xwe” yên li Ewropayê.

Wezîrê Darayî yê Rûsyayê got, eger welatên Rojavayî biryarê bidin ku samanên Rûsyayê û dahata ji wan bi kar bînin, wê demê Rûsya jî dê dahata ji samanên cemidandî yên welatên Rojavayî bi kar bîne.

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da
Serok Barzanî: Nabe êrîşên li ser bingehên Pêşmergeyan û firotina şer bi Herêma Kurdistanê berdewam bin
PWK û HAK-PARê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Bihevre Pîroz Kirin
Berpirsên rêjîmê gotinên hev red dikin
Hikûmeta Herêmê derbarê rûmalkirina bûyerên ewlehiyê de çend biryaran ji bo medyayê derdixe