Kolberekî din ê birîndar ê bûyera Newsûdê jîyana xwe ji dest da

Hejmara kolberên ku di bûyera pêr şev li bajarokê Newsûdê ya Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan, bo 2 kesan bilind bû û rewşa tendirustîya hin birîndarên din ên heman bûyerê giran e.

Navenda Nûçeyan - Li bilindahîyên sînorê Şûşmê ku dikeve devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê, şeva Yekşemê 16ê Sibatê hêzên Îranê teqe li kolberên Kurd kiribûn û di encamê de kolberekî 24 salî yê bi navê Ehmed Sehrayî, canê xwe ji dest dabû û 8 kolberên din jî birîndar bûbûn.

Çavkanîyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, şeva bihorî kolberekî din ê birîndar ê bi navê Şahid Edak ku ji bo dermankirinê li nexweşxaneya Kirmaşanê hatibû razandin, ji ber dijwarîya birînan, jîyana xwe ji dest daye.

Li go agahîyan, Şahid Edak û 22 salî û xelkê gundê Jîwar ê ser bi bajarê Sewlawa bûye.

Ehmed Sehrayî jî ku di şeva yekem de canê xwe ji dest bû, xelkê gundê Dişe yê ser bi bajarê Pawe ya Kirmaşanê bûye, zewicî bûye û bavê du zarokan bûye.

Heft kolberên din ku li sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên Îranî birîndar bûbûn, hêj li nexweşxaneyên Kirmaşanê ne, ku nasnameya wan bi vî awayî ye: Teha Sulêymanî, Celîl Nûrî, Resûl Hûşî, Zahîd Nûrî, Ezîz Emînzade û Cebar Mihemedî.

Li gor agahîyan, Ezîz Emînzade xelkê bajarokê Nûdşe, Cebar Mihemedî xelkî Pawe û birîndarên din jî xelkê bajarokê Cuwanroyê ne.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin