Kolberek din hate kuştin

Hêzên sînorî yên Îranê li devera bajarokê Baneyê êrîşî hejmarek kolberan kirin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Doh hejmarek kolberên kurd li sînora bajarokê Baneyê di dema veguhestina barên xwe yên kolberiyê de, ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê gule li wan hatin reşandin. Di encamê de kolberekê bi navê Cafer Ferecî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, temenê Cafer Ferecî 40 salî ye, bavê 2 zarokan e û ji bajarê Seqizê ye.

Rojek beriya wê bûyerê, li gorî rapora Kolber News û dîmenên ku hatine belavkirin, roja Yekşemiyê 25ê Şibatê ya 2024an, li sînorê bajarê Baneya Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku hêzên sînorî yên Îranê hejmarek hêstirên kolber û kasibkaran gulebaran kirin, di encamê de zêdetir ji 20 hêstir hatin kuştin.

Li gorî amarên ku di sala 2023an de hatine belavkirin, 299 kolber li sînor û rêyên navbera Urmiye, Sine û Kirmaşanê bi sedema gule reşandinên rasterast, û aşûtan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin