Kolanên Iraqê di navbera Tevgera sedr û Çarçoveya Hevahengiyê de dabeş bûne

.

 Kolan û qada siyasî yên Iraqê, ji ber bangeşeya hilbijartinên pêşwext û pêkanîna hikûmeteke nû di navbera Tevgera sedir û Çarçoveya Hevahingiyê dabeş bû ne.

Aliyekê vê dabeşbûnê Tevgera Sedr û alîgirên wê ye, ku li avahiya parlamentoyê di grevê de ne û daxwaza hilweşandine parlamentoyê û hilbijartina pêşwext dikin, aliyê din jî Çarçoveya Hevahengiyê û alîgirên wê ye, ku li nêzîk navçeya Kesk ya Bexdayê grevgirtine xwe ragihandine û beriya her tiştî daxwaza destpêkirina civînên parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû dikin.

Xwepêşanderekî alîgirê Tevgera Sedr Îsa Daracî got "Seîd ferman daye me û em ji bo jinavbirina gendeliyê û dawî anîna parlementoya ku bi gendeliyê re ye hatine, gelê Îraqê ber bi hejarî û wêrankirinê ve diçe. Me ew daxwaz bilind kirine ku mafên gelê Iraqê vedigerînin."

Greva alîgirên Tevgera Sedr ku ev zêdeyî 2 hefte ye li avahiya parlementoya Bexdayê berdewam e, li gel girevgirtine alîgirên çarçoveya hevahengiyê ku ji roja Înê ve li Bexdayê dest pê kiriye, aloziyên di navbera her du aliyan de gihandiya asteke metrsîdar ku berkeftin jî jê derkeve.

Xwepêşanderekî alîgirê Çarçoveya Hevahengiyê dibêje "Di meha 10an ya 2021ê em derketin û me guhertin,Encam wê çi be? Heman rû dê vegerin. Armanc û mebest ji guhertina parlementoyê çi ye? Gelo wê parlamenterên nû yên bên wê milyaket bin û ji hesareyeke din bên? Ev gelê Iraqê ye. Şaşî hene, gendelî heye, welatiyên bê beş hene, welatiyên winda hene, divê em bi welatiyan bifikirin. Divê em nakokiyên xwe bi hişmendî, aramî û destûrî çareser bikin.''

Di vê navberê de qada siyasî ya Iraqê jî di navbera her du cemseran de hatiye dabeşkirin, ji ber ku PDK û Hevpeymaniya Serwerî a Suneyan ku xwedanê piraniya kursiyên Suneyan e, li gel pêk anîna hilbijartinên pêşwexte. Di beramber de Yekîtiya Neştîmaniya Kurdistanê û Hevpeymaniya Ezm ya Suneyan li gel destpêkirina rûniştinên parlamentoyê û avakirina hikumetê ne.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt