KOBANÎ - Zaroka ku Ciwanên Şoreşger biribû vegeriya mala xwe

.

 Zaroka ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve li Kobanî hatibû birin, vegeriya nav malbata xwe.

Mihemed Qewasê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi vîdeoyek ragihandibû ku Ciwanên Şoreşger keça wî ya 16 salî biriye.

Mihemed Qewas ji Rûdawê re ragihand ku Ciwanên Şoreşger keça wî vegerandiye malê.

Mihemed Qewas li nava bajarê Kobaniyê li kêleka peykerê Arîn Mîrkanê rawestiyabû gotibû Ciwanên Şoreşger keça wî li malekê veşartine û nahêlin derkeve derve û vegere malê.

Qewas dabû zanîn ku nav keça wî Wehîd e û 16 salî ye wî tenê ew keçik heye.

Mihemed Qewas ji aliyên pêwendîdar xwestibû ku keça wî vegerînin.

Mihemed Qewas her wiha gotibû, “Keça min bînin, eger hûn neynin, ez dê roja yekê ji cejnaê seat 12:00ê zererê bigihînim xwe, hûn dê wê demê bibînin."

Piştî vê yekê hat zanîn ku keça Mihemed Qewas vegeriyaye malê.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû