KOBANÎ - Li Sirînê di bombebarana Tirkiyeyê de gelek sivîlan canê xwe ji dest da

.

 Li nahiyeya Sirînê ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di bombebarana Tirkiyeyê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest da.

Droneke Tirkiyeyê îro berê êvarê nahiyeya Sirînê ya li rojavayê Kobaniyê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ANHayê, di encama bombebaranê de herî kêm 6 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Heta niha ne ji aliyê berpirsên Rojavayê Kurdistanê û nê jî aliyê Tirkiyeyê li ser mijarê ti daxuyaniyên fermî nehatine belavkirin.

Li aliyê din, artêşa Tirkiyeyê gundê Um Hermel ê Zirganê yê li bakurê Hisîçayê topbaran kir.

Di encama wê topbaranê de jî 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê di van rojên dawî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Doh li Başûrê Kurdistanê di du êrişên cuda ên Tirkiyeyê 6 kesan canê xwe ji dest dabû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle