Kobanî - Leşkerên Tirkiyeyê zarokekî 14 salî kuşt

.

Hat ragihandin ku leşkerên Tirkiyeyê li ser sînorê Kobaniyê zarokekî 14 salî kuştiye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê da zanîn, leşkerên Tirkiyeyê gule li hinek kesan reşandine ku hewl dida sînor derbas bikin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wan kesan li herêma di navbera gundên Kîkan û Şêranê yên Kobaniyê de xwestiye sînor derbas bikin û derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

Lê leşkerên Tirkiyeyê gule li wan reşandine û zarokekî 14 salî yê bi navê Mehmûd Mislim Mihemed Seîd hatiye kuştin.

Hat zanîn ku Mehmûd Mislim ji gundê Kîkanê yê Kobaniyê ye.

Ji sala 2016an ve 567 kes hatine kuştin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku ji sala 2016an ve li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriye û Rojava û Bakurê Kurdistanê 567 welatiyên Sûriyeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

Hat ragihandin ku 107 ji wan zarok û 69 ji wan jî jin bûne.

Her wiha 3 hezar û 109 kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine birîndarkirin.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin