KOBANÎ - Di navbera HSDyê û komên çekdar de şerekî giran derket

.

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şerekî giran derket.

Di navbera HSDyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de li ser pirên Qerekozak û Tişrînê yên Kobaniyê şerekî giran dest pê kiriye.

Çalakvan û rojnamegerê ji Kobaniyê Stêr Çelo bû mêvanê bultena Rûdawê bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.

Çalakvan û rojnamegerê ji Kobaniyê Stêr Çelo got:

“Ev du roj in li Bendava Tişrînê û li ser Pira Qerekozakê şer diqewime.

Komên çekdar dixwazin kontrol bikin.

Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê stratejîk, ji ber vê yekê komên çekdar dixwazin wan bigirin.”

Piştî ku şer dest pê kir, ji ber ku Bendava Tişrînê elektrîk dabîn dikir elektrîka Kantona Feratê qut bû.

Li gorî Stêr Çelo, ji sê aliyan ve êriş li bendavê hatiye kirin û “Tirkiyeyê ji asman piştgirî da komên çekdar ên mixalefetê”.

Stêr Çelo her wiha anî ziman:

“Gundê Cedayê yê li nêzîkî Pira Qerekozakê ya li ser Çemê Feratê hat topbarankirin.

Di encamê de 2 zarok mirin û 2 kes jî birîndar bûn ku niha li Kobaniyê tên dermankirin.”

Sê otomobîlên leşkerî yên mixalefeta Sûriyeyê di şerê îro de ji Bendava Tişrînê derbas bûn lê her sê jî ji aliyê HSDyê ve hatin teqandin.

Ster Çelo da zanîn ku komên çekdar zêdetirî kîlometreyekê ji rojavayê Çemê Feratê vekişiyane.

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê