KOBANÎ - Di êrişa Tirkiyeyê de 3 kesan canê xwe ji dest da

.

 Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Droneke Tirkiyeyê li bajarê Kobaniyê malek bombebaran kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser bombebaranê daxuyaniyek belav kir û got:

"Artêşa Tirk malên sivîlan ên li Kobaniyê hedef digire.

Li gorî agahiyên destpêkê ji ber bombebaranê 3 welatiyên sivîl şehîd bûne."

Li gorî ANHAyê, destpêkê di encama êrişê de kesekî canê xwe ji dest daye û hevjîna wî jî birîndar bûye, her wiha kesekî din jî canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin, kesên ku canê xwe ji dest daye Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşîd in û Nerîman Silêman jî birîndar bûye.

Tîmên tenduristiyê Nerîman Silêman biriye nexweşxaneyê lê tevî hewldanan wê jî canê xwe ji dest daye.

Li nahiyeya Sirînê ya bajarê Kobaniyê jî doh di bombebarana Tirkiyeyê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dabû.

Her wiha li Bendava Tişrînê jî şer pevçûnên giran di navbera HSD û komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê de rû didin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin