kiryarên hovane yên rêjîmê li Belûçistanê berdewam in

.

Hêzên hov ên rêjîma Îranê êrîş kirine ser hejmarek şewatberan û wan şewatberan jî bersiva wan da, herwisa jinek birîndar a Belûç canê xwe ji dest da.

Hêzên hov ên întizamiya rêjîmê li devera “Cexîn” a bajarê Rûdanê li Belûçistanê de bi awayekî hovane êrîş kirin ser hejmarek ji şewatberên bê tawan û wan şewatberan bo parastina canê xwe, li hember wan sekinîn û tevî kutan û lêdana wan hêzên hov, ev neçar bi revîneke serşorane kirin.

Wan hêzan careke din êrîş kirine ser xelkê vê deverê û 3 kes bi sedema teqeya rasterast a wan hêzan birîndar bûne ku rewşa wan bi serastî nehatiye zanîn û herwisa hejmarek ji Xelkê vê deverê jî hatine girtin ku qedera wan nerohn e.

Ji aliyê din ve jinek Belûç a bi navê “Lalî Mamerî, ku bi sedema teqeya hêzên rêjîmê li gundê “Gunîç”ê ser bi bajarê Xaşê de bi dijwarî birîndar bibû, li nexweşxaneya bajarê Xaşê de canê xwe ji dest da û rêjreya kuştiyên li vê cinayeta eşkere ya rêjîmê, gihîşte 2 haletan.

Ew kiryarên rêjîmê berteknîşandana xelkê Belûç li pey xwe aniye û ragihandine ku hekî bikerên wan cinayetan neyêne sizakirin, ev dê bi xwe wan siza bikin.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye