Kirwatya bi fermî bû beşek ji navçeya Euro û Schengen a Yekîtiya Ewropayê

.

Welatê Kirwatyayê bû 20emîn endama navçeya Schengen û dirava Euro jî bû dirava fermî ya welat.

Di roja yekem a sala 2023an de Kirwatya bi fermî bû beşek ji navçeya Euro û Schengen a Yekîtiya Ewropayê.

Ev cara yekem e ku welatekî Ewropayê di heman rojê de dibe beşek ji navçeya Euro û navçeya Schengen, ev yek wek destkefteke girîng ji bo Kirwatyayê tê dîtin, ku ji sala 2013an ve endama Yekîtiya Ewropayê ye.

Ji bo alîkariya welatiyan, ji îro şûnde heta du hefteyan diravên Euro û Kunaya Kirwatyayê bi hev re dê werin bikaranîn, lê belê piştî 14ê vê mehê ve, tenê dirava Euroyê dê were bikaranîn.

Navçeya Schengen li Yekîtiya Ewropayê ku ji sala 1985an ve hatiye diyarkirin, rê ji welatiyan dide ku bi azadî di Yekîtiya Ewropayê de hatûçûnê bikin û hejmara wê jî bi hemû welatên endam, digihîje nêzîkî 420 milyon kesan.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye