Kiliçdaroglu ji bo çareserkirina ‘Pirsa Kurd’ 5 prensîbên partiya xwe eşkere kirin

.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di roja xwe ya duyem a serdana Diyarbekirê de, derbarê pirsa Kurd de daxuyanî dan.

Kiliçdaroglu di bernameyeke li Diyarbekirê de got, "Ji bo çareserkirina pirsa Kurd 5 prensîbên me yên bingehîn hene” û wiha axivî:

“Yekem; divê em biryarê li ser cihê çareseriyê bidin. Pirsgirêk li Parlamentoyê tê çareserkirin. Min ji destpêkê ve ev gotiye. Min li ser çawaniya çareseriyê ji Birêz Erdogan re name jî şand. Duyem; Divê em ji bo çareseriyê dilsoz û dirust bin. Sêyem; Divê ajandayeke şexsî û veşarî nebe. Çarem; Divê ti lihevkirineke ji gel re neyê ravekirin çênebe. Pênc; Dema prose dewam bike divê hem parlamento hem jî gel pê were agahdarkirin. Nêrîna me ev e.”

Kiliçdaroglu li ser mijara danîna qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî jî got, em bi awayekî regezî li dijî qeyûman e.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN